Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Li Erebistana Saudî 11 Mîr ji bo Protestoyekê Têne Girtin


Malpereka girêdayî dewleta Erebistana Saudî dibêje 11 mêrên welêt hatin girtin û dê bên dadgehkirin li dor lidarxistina protestoyekê di yek ji koşkên şahê welêt de û redkirina fermanana bicîhîştina koşkê.

Malpera Sebeq ji ser zimanê hin berpirsan - bê ku navê wan diyar bike- îro Şemiyê ragihand ku jimarek nobedarên niştimanî, yên tyaybet bi parastina malbata şah, fermana girtina wan mîran wergirtibûn.

Malper dibêje mîr hatin şandin bo zîndana Hair li başûrê Riyada paytext, ku ji aliyê beşê agahdariya welêt ve tê birêvebirin û gunehkarên mezin, çekdar û terorîstên el-Qaîde lê dimînin.

Sebeq dibêje mîrên girtî daxwaza qerebûyên darayî dikirin ji biryareka girêdayî kuramekî wan û her wiha daxwaza rawestana biryareka daliqandina dayîna fatûreyên av û elektirîkê bo malbata şah dikirin.

XS
SM
MD
LG