Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saûdiyê Serdana Mekeh Û Medînan Ragirt Û Facbookê Civîna Salane Hilweşand


Hajj Q&A

Erebistana Saûdî ji sedema belavbûna vîrusa korona, biyaniyên ku dixwazin serdana cihên Îslamê yên pîroz bikin bo demek nediyar ragirt.

Ev biryara Erebistana Saûdê dibe ku bibe sedema têkdana plana misilaman li seranserî cîhanê bo serdanên wan cihên pîroz di meha remezanê da, ku bi hejmarên zêde misilman diçin Mekeh û Medînan û dema xwe li wan deran derbaz dikin.

Belavbûna vîrusa korona li welatên rojhelata navîn bûye sedema nerihetiyê, bi taybet piştî ku hejmarên tûşbûyan li Îranê gehiştî 254 kesan.

Kesên li Îranê rastî nexweşiya vîrusa korona hatîn, di nav da berpirsên dewletê hene, ji wan alîkara serokê Îranê bo kar û barên jinan û civakê xanim Maisûme Îbtîkar.

Heta amadekirina vê raportê, berpirsên fermî yên saziyên delwetê dibêjin 26 kesan ji eger belvbûna webaya korona li Îranê giyanê xwe ji dest dane.

Erebistana Saûdî dîsan dana vîzê bo geştiyarên biyanî hatine ragirtin, bi taybet bo rûniştvanên wan welatan yên ku vîrusa korona lê belav bûye.

Biryara ragirtina Hec û Omreyan, misliman nerihet kirine jiber ku pir bawermendên misiliman hene ku pereyan top dikin jibo ku serdana wan cihên pîroz bikin.

Belavbûna Virusa korona, li zêdetir ji 50 welatan li cîhanê bandorek mezin li karsazî û borseyan kirîye, herî dawî rêveberîya Facbookê biryar da ku konferansa xwe ya salane ya jibo pêşxistin û pêşda birinê ragirt, jiber belavbûna vîrusa korona.

XS
SM
MD
LG