Werza Hec a salane li Erebistana Saudî, ku pênc rojan dirêj dike, li bajarê Mekke îro bi awakî fermî dawî hat.
Parêzgarê Mekke Xalid el-Feysel îro Yekşemê di konferanseke rojnamevanî de dawiya Hec a îsal ragihand.
Tê zanîn, salane xelk ji seranserî cîhanê diçin Erebistana Saudî ji bo Hecê. Qerbalixa ku bajarê Mekka û derdora wê dadigre, mil didin milê hev di pênc nimêjên rojê de û nerêtên Hecê bi hûrbînî pêk tînin.
Parêzgar got îsal çi rûdan nehatin tomarkirin. Demên berê, rûdanên avakirinê, nexweşî û qerbalixa pir dibûn sedema kuştina gelek hecaçiyan.
Li gor ayîna Îslamê, ji her misilmanekî/ê tê xwestin ku bi kêmanî careke biçe serdana Mekke ji bo Hecê eger karibe.