Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bêhtirî 2 Milyon Misilman ji bo Hecê li Çiyayê Erefatê Kom Dibin


Îro Şemiyê bêhtirî 2 milyon bawermendên misilman li ser çiyayê Erefatê li Erebistana Saudî kom bûn ji bo nimêja rojeke girîng ji rojên heca Misilmanan.

Hêsir ji çavên hin hecaçiyên mêr dihatin xwarê û jinan destê xwe ji bo nimêjan hildabûn jor. Hemî hecaçî cilûbergên sade û spî li xwe dikin.

Gelek ji wan berbangê derketin ser çiyayê Erefatê, cihê ku pêxember Muhemed xitbeya xwe ya dawiyê berî 1,400 sal pêşkêş kiribû û tê de banga yekîtiya misilmanan û wekheviya wan kir.

Yek ji kombûnên ayînî yên herî mezin li ser rûyê erdê, roja duyem a hec e ku ew her di bîra hecaçiyan de dimîne. Misilmanên seranserî cîhanê mil li mil radiwestin û nimêjan dikin.

XS
SM
MD
LG