Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rîyad jibo Çareserîya Du Dewletî ya Pirsa Îsraîl û Filîstînîyan Hevbendîyeke Cîhanî Ava Dike


Borrell û El Saud li Rîyad (Arşîv)
Borrell û El Saud li Rîyad (Arşîv)

Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Faysal bîn Ferhan El Saud roja Pêncşemê li New Yorkê got ku wan jibo çareserîya du dewletî ya ji pirsgirêka Îsraîl û Filîstînê re, hevbendîyeke cîhanî damezrand.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Saudî, bê ku navê wan zelal bike, ragihand ku di hevbendîya nû de hejmareke welatên Ereb û Misilman û hevkarên Ewrupî jî hebin.

Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa Josep Borrell li ser platforma X got ku hevdîtinên hevbendîyê wê li Rîyad û Brukselê pêk werin.

Prensê şûngir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman jî hefteya borî gotibû ku heta ku dewleteke Filîstînî çênebe, ewê dewleta Îsraîlê nas nekin.

Salman gotibû ku ew "tawanên dagirkerên Îsraîlî" yên dijî gelê Filîstînê bi tundî şermezar dike.

Serokê Filîstînê Mahmud Abbas ku do Pêncşemê li Neteweyên Yekbûyî banga sekinandina şer kiribû, ragihandibû ku hejmara kuştîyan li Gaza gihêştîye 41,534 kesan.

Li gor pêzanînên ku ajansa AFP ji hejmarên fermî yên Îsraîlê civandine, ji êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê vir ve 1,205 Îsraîlî hatine kuştin ku piranîya wan sîvîl bûn.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG