Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Dibêje Ew Dê Nêzîk Balyozxaneya xwe li Qeterê Dîsa Veke


Wezîrê derve yê Erebistana Saudî îro şemîyê got ku pêşbîn e welatê wî di çend rojên pêş de, dîsa balyozxaneya xwe li Qeterê veke.

Ev ragihandin tê çend rojan piştî rêkeftina herdu welatan ku bi piştgirîya Amerîkayê hefteya borî pêk hatibû.

Wezîrê Erebistana Saudî Feysel Bin Ferhan li Riyada paytext ji peyamnêran re got ji bo jinûvevekirina balyozxaneyê tenê hin pîvanên lojistîk mane

Tê zanîn, Erebistana Saudî, Mîrgehên Ereb yên Yekgirtî, Behrên û Misrê di sala 2017an de dorpêçkirineke dîplomatîk, bazirganî û rêwîtîyê danîbû ser Qeterê, û ew bi piştgirîya terorê tawanbar kiribû.

Qeterê ew tawanbarî redkirin û got ku armanca wê dorpêçkirinê ew jinavbirina serwerîya wê ye.

XS
SM
MD
LG