Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Erebistana Saudî bi Dehan Mîr û Wezîr Tên Girtin


Mîr el-Welîd bin Telal
Mîr el-Welîd bin Telal

Li Erebistana Saudî 11 mîr û 38 wezîrên berê û her wiha cîgir û karsaz hatin girtin li hotêla Ritz Karlton li Riyada paytext.

Zincire hotêlên Ritz karlton dibêje ew rewşa heyî dinirxînin, piştî raportên ku gotibûn hotêl tê bikaranîna di operasyoneka girtina mîr û berpirsên berê yên hikûmetê de.

Peyvdara Hotêlê Sarah Walker-Kerr îro Yekşemê şîrovekirina tiştên li hotêlê dibin red kir .

Hêlên telefonên hotêlê ji sibeha Yekşemê ve hatine qutkirin.

Berpirsekî ewlekariyê, demekê berê ji ajansa Associated Press re gotibû ew kesana li hotêlên 5 stêr ên seranserî Riyad hatine girtin wek beşek ji helmeta paqijkirina gendeliyê.

Mîrê milyonêr el-Welîd bin Telal, di nav kesên girtî de ye û beşên weberhênana kompaniya wî bi rêjeya 10 ji sedî di bazara Erebistana Saudî de daketin.

Daketina beşên kompaniya bin Telal di bazara beşan a Tedawil de, tê piştî ku wê qezencên xwe yên çarîka sêyem a salê sibeha Yekşemê ragihand.

Kompaniyê got wê 66 milyon dolar qezenc kirine li beramber jidestdana 92 milyon dolar di heman çarîkê de sala borî.

Mîr el-Welîd yek ji kesayetiyên herî maldar e li Rojhilata Navîn, li gel weberhênana di Twitter, Apple, lyft û hin navên din ên mezinên bazarê de.

XS
SM
MD
LG