Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Wê Serdana Tehranê Bike


Ajansa nîv-fermî ya Îranê, Tasnimê îro Pêncşemê ragihand ku Wezîrê Derve yê Erebeistana Saudî Prens Faysal bîn Ferhan dê roja Şemîyê serdana Tehranê bike.

Tasnim dîyar kir ku Prens Faysal bîn Ferhaman dê li Tehranê bi karbidestên Îranî re bicive.

Îran û Erebistana Saudî di meha Adarê de li hev kirin ku ew jinûve dest bi danûstandinan dîplomatîk bikin.

Jibo danûstandina her du dewletan Çînê navbeynkarî kir.

Li gor lihevkirinê her du dewlet dê dawî li wan dijminîyan binîn ku di ser şerên li Yemen, Sûrîye û Lubnanê re xuya dibin.

Îranê di 7’ê Hezîranê de balyozxaneya ya li Erebistana Saudî jinûve vekir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG