Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Gefa Êrîşan li Erebistana Saudî Dike


Rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ), piştî êrîşên Tehranê ku 17 kes tê de hatibûn kuştin, gefa êrîşan li dijî Erebistana Saudî dike, malpera çavdêrîya îstixbaratî ya bi navê Site Intelligence ragihand.

DAIŞ’ê di peyameke vîdyoyî de êrîşên Tahrenê rakiribû ser xwe û gotibû ku leşkerên wê ew êrîş pêk anîne. Rêxistina tundrê di dawîya mesajê de qala Erebistana Saudî jî kiribû ku “dora wê jî tê.”

Balyozxaneya Amerîkî li Erebistana Saudî jî îro Înê hişyarîyeke ewlekarî weşand û tê de daxwaz ji hemwelatîyên Amerîkî kir ku gelek balder bin.

“Jiber hebûna gefên êrîşan li seranser Erebistana Saudî, em bang li hemwelatîyên xwe dikin ku ji cîhên giştî ku bîyanî diçin, dûr bisekinin.

XS
SM
MD
LG