Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebîstana Saudî: Emê Dijî Erîşvanîya Îranê Bêdeng Nemînin


Wezîrên eerve yên welatên Ereb li Qahîre
Wezîrên eerve yên welatên Ereb li Qahîre

Wezîrê Derve yê Erebîstana Saudî Adil el-Cubeyîr dîyar kir ku ewê welatê wî dijî ‘’êrişvanî’’ya Îranê bêdeng nemine.

Adil el-Cubeyîr da zanîn ku ew ‘’maytekirina Îranê li welatên Ereb’’ şermezar dikin.

El-Cubeyîr li civîna awarte ya endamên Yekîtîya Ereb, ku li Qahîre ya paytaxta Misirê li dar ket, ewê berevanîya ewlekarîya neteweyî û mafên xwe bikin.

Di heman civînê, Wezîrê Derve yê Bahreynê Şêx Xalid bîn Ahmed el-Xelîfe jî dîyar kir ku ‘’Lubnan bi temamî ketîye bin kontrola Hizbullah ya bi piştgirîya Îranê’’

‘’Destê Îranê yê li herêmê Hizbullah ya terorîst’’ el-Xelîfe got û bang li rêvebirîya Beyrutê kir ku bepirsîyên xwe bîne cîh.

Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî, ku nêzî Erebîstana Saudî ye, di 4’ê Mijdarê de li Rîyadê bi tawanbarkirina Îran û Hizbullahê karvekişîna xwe ragihandibû.

Serokomarê Lubnanê Mîşel Avn dîyar kiribû ku Erebîstana Saudî, Harîrî desteser kiriye û bi darê zorê kiriye ku ew karvekişîna xwe ragihîne.

Harîrî û Erebîstana Saudî wan îdiayan red dikin. Harîrî, ku ji Rîyadê derbazî Fransa bûbû, dê îro Duşemê here Misire. Wî gotibû ku ewê roja Çarşemê vegere Lubnanê.

XS
SM
MD
LG