Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî, Îranê bi Rawestandina Danûstandinên Ser Peymana Navokî Tawanbar Dike


Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Prens Faysal bîn Ferhan el Saud dîyar kir ku Îran danûstandinên ser peymana navokî radiwestîne.

Faysal bîn Ferhan el Saud piştî hilcivîna Erebên Kendavê, ku li Rîyadê li dar ket, bi preskonferansekê da zanîn ku ew danûstandinên li Vîyana ji nêz ve dişopînin û da zanîn ku ew jiber helwestên Îranê nikarin geşbîn bin.

Wî dîyar kir ku ew hêvî dikin ku Îran helwesta xwe biguherîne û rê li ber geşkirina danûstandinan veke.

Wezîrê Saudî da zanîn ku welatên Kendavê beşeke danûstandinê ne û dîyar kir ku bi şertê fikarên wan herin ew bo hemî mekanîzmayan vekirî ne.

XS
SM
MD
LG