Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî û Kuweyt ji Hemwelatyên Xwe Dixwazin ku ji Lubnanê Derkevin


Melîk Salman bîn Abdulazîz El Saud û Serokwezîrê Lubnanê Saad Harirî
Melîk Salman bîn Abdulazîz El Saud û Serokwezîrê Lubnanê Saad Harirî

Erebîstana Saudî bang li hemwelatîyên xwe kir ku, jiber sedema rewşa li Lubnanê demûdest ji welatî derkevin,

Ajansa dewleta Saudî ji zarê wezîrê derve ragihand ku jiber rewşa Lubnanê, ew şîretan li hemwelatîyên xwe dikin ku Lubnanê biterkînin, lê tu hurgilî neda.

Biryara Saudî pênc roj piştî karberdana serokwezîrê Lubnanî Saad Harirî tê ku dema li Erebistana Saudî bû karvekişîna xwe ragihandibû.

Kuweyt jî ragihand ku wê jî bang li hemwelatîyên xwe kiriye ku li Lubnanê nemînin.

Pispor di xemê de ne ku Lubnan xwe di nava krîza cîhana Sunnî ya bi pêşengîya Erebistana Saudî û cîhana Şîa ya bi rêbertîya Îranê de dîtiye û reng e bibe qada alozîyên navbera her du alîyan.

XS
SM
MD
LG