Erebistana Saudî ser rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê kuştina Cemal Xaşiqcî bertek nîşan dan.
Wezîrê Derve yê Erebistana Saudi Adil El-Cubeyr da zanîn ku di raporê de ‘’tiştekî nû tune’’
‘’Raportora mafên mirovan di raporê de, ku ti hikmê wê tune, tiştên berê di medya da belav bûne dubare dike’’ El Cubeyr got.
Wî da zanîn ku di raporê de ‘’îdiayên bêbingeh’’ hene.
Raportora NY’ê Agnes Callamard piştî xebata 6 mehan dîyar kiribû ku li gor mafên mirovên yên navneteweyî berpirsa kuştina Xaşiqcî, Erebistana Saudî ye.
Callamard dabû zanîn ku hin delîl nîşan didin ku divê dijî Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman û jimareke karbidestên payabilind vekolîn çêbe.