Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Saudî Operasyona Bertîl û Perexwarinê ya Dijî Payabilindan Dawî Dike


Erebistana Saudî ragihand ku operasyona bertîl û perexwarinê ya dijî prens, wezîr û karsazan û payabilindên din yên welêt bi dawî bûye.

Karbidestên Saudî dîyar dikin ku wan dest danîye ser zêdetirê 100 mîlyar dolar pere û hebûnên din.

Li gor daxuyanîya karbidestan, Erebistana Saudî bi 87 kesên ku derbarê tawanên xwe li mikur hatine, li hev kiriye.

8 kesên ku tawanên dijî wan qebûl nekirine ji dozgerîyê re hatine şandin û qonaxa tawanbarkirinê ya dijî 56 kesên din jî hîn didome.

Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman di sala 2017’an de fermana operasyona ser bertîl û perexwarinê dabû.

XS
SM
MD
LG