Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtir ji 2000 Hemwelatîyên Saudî Tev li Rêxistînên Radîkal Bûne


Berdevkê wezareta navxweyî, General Mensur el-Turkî
Berdevkê wezareta navxweyî, General Mensur el-Turkî

Wezareta navxweyî ya Erebistana Saudî ragihand ku pirtir ji 2000 hemwelatîyên wê niha ligel rêxistinên cîhadi li derveyê welat şer dikin û pirtir 70 ji sedê li Sûrîyê ne.

Berdevkê wezareta navxweyî, General Mensur el-Turkî ji rojnama Al-Hayat re got ku hejmara hemwelatîyên Saudî, ku belge li ser wan heye ku niha li deverên şer in, digeheje 2093 kes in û bi bawerîya wan ew kes tev li rêxistinên terorîst bûne.

El-Turkî da zanin ku 1540 ji wan kesan niha li Sûrîye ne û tenê 5 terorîst li Îraqê ne.

Wezareta navxweyî ya Erebistana Saudî bi berdewamî dibêje ku hejmara hemwelatîyên Saudî ku tev li rexistinên terorîstî li Yemenê bûne 147 kes e û 32 kes jî niha li Afganistanê şer dikin.

XS
SM
MD
LG