Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Erebistana Saudî dê ji 1’ê Berfanbarê pê ve rê li ber rêwîyên Endonezya, Pakistan, Brezîlya, Vîetnam, Misir û Hindistanê veke ku ew rastexwe derbazî welêt bibin.
Erebistana Saudî jiber metirsîyên belavbûna vîrusa korona ji welatîyên wan dewletên yên dixwestin derbazî Saudî bibin dixwest ku ew li derveyî welatên xwe bi kêmî ve du hefteyan bimînin.
Reutersê ji zarê karbidestekî Wezareta Navxweyî ya Erebistana Saudî da zanîn ku ewê di derbazbûna wan welatîyan de li rewişa wan ya karanîna vaksînê nenêrin.
Ajansê dîyar kir ku welatîyên ji wan 6 dewletan piştî derbazî Erebistana Saudî bibin dê 5 rojan li cîhên ku hikûmetê dîyar kirine di karantînê de bimînin.