Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Îbrahim Abdulazîz el-Assaf îro Înê got ku divê opozîsyona Sûrî, berî ku dest bi danûstandinan bi hikûmetê Sûrî re bike, yek be.
Assaf di civîna Yekîtîya Ereb de, li Tûnisê got ku Erebistana Saudî yekbûna axa Sûrîyê diparêze û bawerîya çareserîyeke sîyasî ya navbera hikûmetê û opozîsyonê dike ku divê bingeha wê jî dîyalog be.
Wî careke din dîyar kir ku Erebistana Saudî biryara Amerîka ya naskirina serwerîya Îsraîlê ya ser Girên Golanê şermezar dike.