Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

36 Dewlet Bang li Erebistana Saudî Dikin ku Ser Vekolîna Kuştina Xaşiqcî Hevkarîyê Bike


36 dewletên Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY), bi daxuyanîyeke hevpar bang li Erebistana Saudî kirin ku ser ronîkirina kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî bi NY’ê re hevakarîyê bike.

Dewletan bi rûniştineke li Cenevrê daxuyanîya hevpar îmza kir

Di daxuyanîyê de kuştina Xaşiqcî, ku di 2’ê Cotmeha 2018’an de li Konsulxaneya Erebistana Saudî ya Stenbolê pêk hatibû, ‘’bi awayekî tund’’ hat şermezar kirin.

‘’Kuştina Xaşiqcî careke din nîşan dide ku divê berevanîya azadîya beyan û parastina rojnamevanan hebe’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Di daxuyanîyê de her wiha hat xwestin ku 10 jinên aktîvîst, ku tê îdia kirin ku li girtîgehên Erebistana Saudî li wan êşkence tê kirin, werin berdan.

Bi vê daxuyanîyê, Erebistana Saudî cara pêşî ji alîyê Konseya Mafên Mirovan ya NY’ê ve hat rexne kirin.

Amerîka, ku yek ji 47 endamên Konseya Mafên Mirovan ya NY’ê daxuyanîya hevpar îmza nekir.

XS
SM
MD
LG