Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Hember 9 Welatîyên Xwe, 150 Yemenî Berdan


Leşkerên Saudî êrîşî Yemenê dikin (Arşîv)
Leşkerên Saudî êrîşî Yemenê dikin (Arşîv)

Koalîsyona bi pêşengîya Saudî ku li Yemenê şerê serhildayên Şîa dike, îro beramber 9 Saudîyên girtî, 109 Yemenî berdan.

Daxuyanîya koalîsyonê eşkere nekir ku ew Saudîyên girtî çawa û li ku dihatin girtink, lê da zanîn ku kesên Yemenî li nêzîkî tixubê Saudî dihatin girtin.

Serhildayên Husî yên Şîa di Îlona 2014ê de li Sana ya paytaxta Yemenê xistibûn bin kontrola xwe û di Adara sala borî de xwe gîhandibûn bajarê Aden a başûr û Serok Abdu Rabu Mansour Hadi neçar mabû ku bireve Erebistana Saudî.

Karbidestên Saudî jî biryar dabû ku koalîsyonekê ava bikin û êrîşên esmanî li hember Husîyan pêk bînin. Dû re hêzên her du alîyan li ser sînorê Saudî û Yemenê dest bi şeran kiribûn.

Hêjayî gotinê ye, di wî şerî de heta niha pirtir jî 6,000 kes li Yemenê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG