Rêxistina ‘Save the Children’ (Zarokan Rizgar Bikin) girtîgeha îro bang kir ku divê zarokên li girtîgeha Xiwêran bi ewlehî werin derxistin.
Rêvebira payebilind ya wê rêxistinê, Sonia Khush got ku li gor agahîyên ku ew jî girtîgeha Xiwêran digirin cîhê xemê ye û wan bihîstîye ku jimareke zarok di encama pevçûnên navbera DAIŞ û HSD’ê de hatine kuştin yan birîndar kirin.
“Bepirsîya hemî alîyên ku li zindana Xiwêran şer dikin ew e ku wan zarokan biparêzin û hemî tedbîrên pêdivî bigirin ew zarok bi ewlehî ji girtîgehê werin derxistin,” Kush got.
Wê bi berdewamî got ku divê zarokên ku birîndar bûne bi rekûpêkî werin derman kirin û piştgirîy piskolijîk ji wan re were dayîn ku tiştên ku hatine serê wan li pêy xwe bihêlin.
HSD’ê roja Yekşemê ragihandibû ku DAIŞ zarokan wek mertala zindî bi kar tine û loma ewlehîya wan di destê çekdarên DAIŞ’ê de ye.
‘Save the Children’ bi bîr tine ku ew zarok sê sal in ku li zindana Xiwêran tên girtin û ew jî bi dehan dewletên cîhanê û herwiha ji Îraq û Sûrîyê ne.