Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîmeke Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê Derbazî Çînê Bû


Tîmeke tenduristiyê ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bo lêkolînên ser vîrusa korona derbazî Çînê bûye

Serokê WHO’yê Tedro Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku tîma pêşî derbazî Çînê bûye û ewê di demeke nêz de hin pisporên din jî bişînin herêmê.

Li ber e ku tîma WHO’yê ya bi pêşengîya Bruce Aylward yê ji Kanada bi doktorên Çînî re bixebite.

Karbidestên Çînê didin zanîn ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 900 derbaz kiriye.

Li gor daneyên karbidestên Çînê, vîrusa korona li wî welatî ketiye pirtirê canê 49000 kesan.

Vîrusa korona li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî 27 welatên din bûbû.

XS
SM
MD
LG