Di van çend rojên borî de 4 welatiyên Êzdî ji bin destê Daiş rizgar bûne.
Sercem rizgarbûyên Êzdî hijmara wan gihîştiye 3336 kesan ji jin û zar û gênc û kalan.
Revebirê nivîsîngeha rizgarbûyan Husên Qayîdî got:
"her wek me soz daye xelkê xwe wek nivîsîngeha rizgarbûyan a ser bi encûmenî weziran li hikûmeta Herêma Kurdistanê, emê berdewam bin ta ku dûmahî kes ji destê Daişê rizgar bibin.”
Gundê Koco mezintirîn qurbanî dan dema hatina Daişê bo devera Şingalê û ta îroj jî çarenivîsê bi sedan xelkê vê deverê ne diyar e.
Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke