Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dihok Rêzê li Qurbanîyên Helebçe Digire


Bajarê Dihokê
Bajarê Dihokê
Li salvegera kîmyabarana Helebçe, hatin û çûn jibo pênc deqîqeyan li bajarê Dihokê rawestîyan, wek rêzgirtin li qurbanîyên bajarê Helebçe.

Hevdem, li bajar û bajarokên din yên Herêma Kurdistanê jî hatin û çûn sekinîn.

Her bi helkefta 25-emîn salvegera êrîşa Helebçeyê, pêşengeheke fotografî li nav bazara Dihokê hate vekirin, bi beşdarîya wênegirên Kurd û bîyanî.

Li roja 16’ê Adara 1988’ê, rejîma Îraqî bi çekên kîmyawî êrîş kire ser bajarê Helebçe û di wê êrişê de, nêzîkî 5,000 mêr, jin û zarokên Kurd ji layê hêzên Sedam Husên ve hatin kuştin.

Her di wê êrîşê de 10,000 kesên din birîndar bûn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG