Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Saziya Îstîxbarata Almanî Dest ji Karê Xwe Bera


Roja çarşemê ajansa Reuters ji Berlin ragihand ku, hikûmeta Berlînê tekez dike ku, Gerhard Schindler serokê saziya Îstxbarata Almanî (BND) ê, 2 salan beriya dema wî bidawî bibe karê xwe bicî dihêle.

Peter Altmaier fermanberê di asta bilind de ji ofîsa Şêwirmenda Almaniya Angela Merkel di daxuyaniyekê de, daye zanîn ku, Gerhard Schindler sala 2012an weke serokê (BND) hatbû wezîfedar kirin, pêwîst bû ew sala 2018 weke serokê vê saziyê karê xwe bidawî bikira, lê Wî 2 salan beriya dema xwe xelas bike, karê xwe bi cî hişt.

Peter Altmaier di daxuyaniya xwe de, zelal kiriye ku, saziya Îstîxbarata Almanî ya jiderve rastî çendîn astengiyan hatiye, divê sazî bihê nûjenkirin û pitir çalak bibe û aliyên wê yên têkiliya wan bi yasa û qanûnên parlemanê de hene, bihên zelalkirin.

Ev pêngav hat avêtin piştî skendala Îstîxbarata Amerîkî li ewrupa ketî di rojevê de, eşkera bibû ku saziya Almanî hevkarî kiriye li gel saziya îstîxbarata Amerîkî jibo casosiya (Sîxurî) liser hevpeymanên ewrupî, herweha lawaziya saziyê derketiye holê, di dema pêkhatina êrîşên terorî de, li Parîs û Bruksel, van êrîşan lawaziya hevkariya Îstêxabarî di navbera saziyên Ewrupî yên Îstîxbaratî de, eşkere kirîn e.

Herçende heta niha êrîşên terorî yên weke Parîs û Bruksel li Almaniya pêk nehatine, lê tê dîtin Almaniya armancek serekî ya Dewleta Îslamî(Daiş)ê ye, wê plan kir bû ku, êrîşan li bajarê Koln û avahiyê hikûmeta û Şêwirmendiyê li Berlîn pêk bîbin, lê ev êrîş hatin astengkirin û pûçkirin.

XS
SM
MD
LG