Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz di serdana Îsraîlê de banga berevanîya sîvîlan kir.
Scholz ji êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê vir ve yek ji sîyasetvanên payebilind e ku serdana Îsraîlê kirine.
Wî dîyar kir ku ew ser alîkarîyên jibo sîvîlên li Gaza bi karbidestên Îsraîlî re diaxife û ewê herwiha bi serokomarê Misirê re jî ser vê mijarê danûstandinan bike.
‘’Almanya û Îsraîl di demokratîkbûnê de bûne yek, di rewşên herî dijwar de jî ew li gor dadmendî û hiqûqê tevdigerin’’
Serokwezîrê Almanya got ku ew dixwazin berevanîya sîvîlan bikin û rê li ber kuştina sîvîlan bigirin.
Karbidestên Almanî ji gurbûna girjîya Îsraîl û Hamasê vir ve ser kêmkirina girjîyê danûstandinan dikin.
Hefteya borî, Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock li Îsraîl û Misirê ser kêmkirina girjîyê bi karbidestên herêmê re peyivî.
Jêder: AFP