Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Pêncşemê ragihand ku Rûsya wê di şerê xwe yê li Ukrayna de bi ser nekeve û serokê Rûsî Vladimir Putin divê bo peymaneke aştiyê ti şertan nede pêş.
" Divê Putin di şerê xwe de bi ser nekeve û ez di wê baweriyê de me ku ewê bi ser nekeve," Scholz got.
Serokwezîrê Almanî ev daxuyanî di axaftina xwe ya li Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê ya Swîsre de da.
Wî anî ziman ku îhtîmala girtina tevahîya Ukrayna niha ya ji destpêka şer dûrtir xuya dike.
Her çend hin pêşniyar dikin ku divê Ukrayna bi Putin re danûstandinan bike û dayîna hin hereman binirxîne jî, Scholz ramana ku bihêle Putin şertên peymanê dîyar bike, red kir.
" Aştîya bi dara zorê wê pêk neyê, Ukrayna vê qebûl nake û em jî qebûl nakin," Scholz hot.
Scholz anî ziman ku Putin gava ku qebûl bike ku di şer nikare bi ser keve, tenê wê demê îhtîmal e ku ew bikaribe danûstandinan bi rengekî cidî bike.
Wî herwiha destnîşan kir got ku berdewamkirina piştgirîya welatên Rojavayî bo Ukrayna girîng e.
Lê, Scholz ser daxwazên berbiçav yên Ukrayna yên bo dayîna çekên giran ti daxuyanî neda.
Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba doh Çarşemê li Davosê bang li dewletên Rojavayî kir ku demûdest sîstemên roketan yên pêşketî, ji wan re bişîne..
Kuleba ragihand ku Kîev ji Almanya meşînên şer yên bejayî Marder û tankên Leopard dixwaze, lê wan di vê mijarê de bi hikûmeta Berlînê re pêşketineke girîng bi dest nexistine.
Scholz got ku Almanya wê heta dawîya sala 2022'an derkirîna petrola Rûsî bi dawî bike û herwiha girêdanîya xwe bi gaza Rûsî kêm bike; bi hêvyîya qelskirina aborîya Rûsya û bi vî awayî jî astengkirina kanîna wê ya şerkirinê.