Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê Li Buffalo Bi Malbatên Qurbaniyê Gulebarana Nijadperestê Spî Re Kom Bibe


Serokê Amerîka Joe Biden dê roja Sêşemê biçe wîlayeta New Yorkê da ku bi malbatên qurbanîyên çekdarekî gêncê spî yê ku civatek reş kir armanc re kom bibe, di demekê de ku tundûtûjiya nijadperestî ya ku îlhama berbijariya wî ya serokatiyê bû, berdewam dike.

Biden dê biçe Buffalo, New York, cihê ku berpirs dibêjin Payton Gendron yê 18 salî, kiryarek tundûtûjiya nijadî" kir, dema ku wî bi tivingek nîv-otomatîk roja Şemiyê li Bazara Tops Friendly gulebaran kir li taxeke Buffaloya ku bi piranî Afrîkqî yên Amerîkî ne. Wî 13 kes gullebaran kirin ku 10 ji wan hatin kuştin.

Peyvdara Koşka Spî Karine Jean-Pierre roja Duşemê got Biden dê "sersaxiyê bide malbatên deh kesên ku jiyana wan bi awayekî bêwate di vê gulebarana hovane de bi dawî hat."

Wê got Biden dê her wiha bi karbidestên cîbicîkirina yaseyê û kesên ku bersiva gulebaranê dayî re kom bibe û spasiya wêrekiya wan bike.

Koşka Spî got Biden dê serdana bazara Tops bike ji bo rêzê li giyanê kesên ku jiyana xwe ji dest dayî bigre, bi serkirdeyên xwecihî re kom bibe û li navendeke civakî ya nêzîk axaftinekê pêşkêş bike.

Pêşbîn e ku Biden tundiya nijadperestiya spî şermezar bike û banga tedbîrên nû ji bo rûbirûbûna wê bike.

Lê rêwîtiya Buffalo dê her wiha nîşan bide ka Biden çiqas hindik qezenc kiriye li dijî grûpên nijadperestiya spî û astengkirina tundûtûjiya çekan.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG