Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden jibo Piştgirîya Ukrayna Qanûneke Nû Îmza Kir


Waşington hewil da ku eniyeke yekgirtî li beramber êrîşa Rûsyayê li Ukraynayê nîşan bide dema ku serok Joe Biden pîvaneke dupartî îmze kir ji bo ji nû ve destpêkirina bernameya "Qerz û Kirê" ya dema Şerê Cîhanê yê Duyem ku alîkariya têkbirina Almanyaya Nazî kir da ku Kyiv û hevalbendên Amerîka yên Rojhilatê Ewropaya bihêz bike.

Qanûna nû bi piranî sembolîk e, lê tê di demekê de ku Kongrês amade ye bi bêhtirî 33 mîlyar dolar alîkarî ji bo şer erê bike. Ew hemî wekî bersiveke bo serokê Rûsya Vladimir Putin, yê ku roja salvegera serkeftina li dijî Almanyayê û cejna herî mezin ya welatparêziya Rûsyayê pîroz kir, da ku gelê xwe li pişt êrîşên dijî Ukraynayê bicivîne.

Berî îmzekirina qanûnê, Biden bal kişand ser girîngiya rojê û got ku şerê Putin carek din wêrankirina Ewropayê tîne pêş.

Li kêleka du qanûndanerên Demokrat û yekî Komarî, Biden qanûn îmze kir, ku meha borî bi lihevhatinek yekdengî derbasî Senatoyê bû. Ew di civata nûneran de bi piranî derbas bû û tenê 10 Komariyan nerazîbûn nîşan dan.

Biden li ser piştgirîya dualî ya Demokrat û Komariyan ji Ukraynayê re got, "Ew bi rastî girîng e."

Tevî cudahiyên wan ên li ser nêzîkatiya Biden û şaşiyên ku di rûbirûbûna Rûsyayê de têne dîtin, endamên civata nûneran û Senatoyê bi şêwazekî dupartî yê bê hempa li dor Ukraynayê li hev kirine.

Daxwaza herî dawî ya Biden ji bo bêhtirî 33 milyar dolar alîkariyên leşkerî û mirovahî, dê Amerîka kûrtir bibe nava şer û dê bibe têstek ji bo biryardariya li Kongrêsê.

XS
SM
MD
LG