Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Sûrîye ya Demokratîk li Rojava Destpê Kir


Konferansa Sûrîye ya Demokratîk ku bi mevandarîya Kantona Cizîrê tê kirin, îro li bajarê Dêrîk ya Rojava destpê kir.

Di konferansê de bilî Kurdan, nûnerên Ereb, Sûryanî û Tirkmenan û rêxistinên sîvîl û leşkerî jî lê amade dibin.

Endamê Rêvebirîya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl dibêje, sîstema wan ya rêvebirîyê li Rojava, niha bûye modela herî baş ji tevahîya hemî Sûrîyê re.

“Emê ni bi perçekirina gelan, lê bi lihevanîna hemî gelên Sûrîyê, welatekî azad biafrînin û ew konferans di pêkanîna vê armancê de gaveke pir girîng e.”

Hêjayî balkişandinê ye, ne YPG ku di şerê nûnerên kantonên Rojava bo civîna Erebistana Saudî hatin vexwandin û ew jî bûye sedema nerazîbûna Kurdan.

XS
SM
MD
LG