Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Hêzên Rûsî li Sûrîyê bi Fermandarê HSD'ê re Hevdîtinek Pêk Anî


Hêzên Amerîkî û Rûsî li herêma Tirbesipîyê
Hêzên Amerîkî û Rûsî li herêma Tirbesipîyê

Berdevikê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Sîyamend Elî ji Associated Press (AP) re piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Rûsya yê li Sûrîyê General Aleksander Chaiko roja Yekşemê bi serfermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî re hevdîtinek kiriye.

Lê, Elî di derbarê naveroka hevdîtana Chaiko û Ebdî de ti hûrgilî neda.

Televîzyona El Meyadîn ya Lubnanê jî ragihand ku Chaiko û Ebdî li Hesekê civîne û rewşa ser sînorê bakur û ser nehiştina êrîşeke mezin ya nû ya Tirkîyê ve gotûbêj kirine

Li gor El Mayadinê, Chaiko ji HSD’ê re pêşnîyar kiriye ku hêzên hikûmeta Sûrî li ser sînorê bi Tirkîyê, heta kûrahîya 30 kîlometre li başûrê sînor werin bi cîhk irin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku Tirkîye bo ewlehîya sînorên xwe yên başûr di demeke guncaw de wê dest bi operasyoneke bejayî bike.

Tirkîye jiber êrîşa li Stenbolê ya di 13’ê Mijdarê de Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêşengîya HSD’ê dike, tawanbar dike, lê ew ew îdiaya Tirkîyê bi xurtî red dikin û dibêjin ku ti peywendîya wan bi wê êrîşê tuneye.

Tirkîyê di Tirkîyê di 20ê Mijdare de bi firokên şer û topbaranan êrîş biribûn ser herêmên bin kontrola HSD’ê ku û ew êrîş hîn jî didomon.

HSD dîyar dike ku jiber êrîşên esmanî, bombebaran û topbaranên artêşa Tirkîyê de sîvîl têne kuştin, binesazîya mirovahî ya bajaran tê wêran kirin û tekoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dikeve xeterîyê.

HSD dide zanîn ku jiber êrîşên Tirkîyê yên dawî de 59 kes hatine kuştin ku 19 ji wan şervan û 16 kes jî sîvîl bûne û herwiha 73 kes jî birîndar bûne ku 33 ji wan sîvîl, 13 jî şervanên HSD’ê û endamên Asayîşê û 25 jî jî leşkerên artêşa Sûrî ne.

XS
SM
MD
LG