Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Bang li Cîhanê Dike ku Dijî Êrîşên Ser Efrînê Helwest Nîşan Bidin


Turkish airstrikes over Afrin

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi daxuyanîyeke nivîskî bang li civaka navneteweyî kir ku dijî operasyona Efrînê ya Tirkîyê bertekan nîşan bidin.

HSD’ê da zanîn ku ji serê operasyona Tirkîyê ve, ku di 20’ê Çileyê de destpê kiribû, sîvîlên Efrînê têne kuştin û piranîya wan zarok û jin in.

HSD’ê di daxuyanîyekê de bi bîr xist ku ‘’rêxistinên tundrê yên wek Dewleta Îslamî (DAIŞ) li navendên wan têk birine û jiber vê Tirkîyê dest bi êrîşê dijî Efrînê kiriye.’’

Li gor daxuyanîya HSD’ê, Tirkîye di êrîşê dan dijî sîvîlan çekên NATO û tanken Almanya bikar tîne û kuştina zarok û jinan wek serkeftinekê dibîne.

HSD’ê da zanîn ku leşkerên Tirk, xêncî Efrînê, herêmên Kobanî û Cezîrê jî bombebaran dikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG