Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Pêncşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Tirkîye agirbestê binpê dike û operasyonên bejeyî pêk tîne.
“Artêşa Tirk, tevî agirbesta heyî êrîş bir ser 3 gundên Serêkanîyê û dibe sedema derbiderbûna bi hearan sivîlên wan gundan. Tevî hemî hewilên me yên pêbendbûna bi sekinandina şer û kişandina hemî hêzên me ji herêma agirbestê, dewleta Tirk û komên terorîst yên hevbend hîn jî wê agirbestê binpê dikin.”
HSD’ê bi berdewamî ragihand ku hêzên wê di xweparastina rewa de ye û bersîva wan êrîşan dide.
Daxuyanî bang li Amerîka kir ku maykekirina di rewşê de bike û rê li ber pevçûnnan bigire.