Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Sîvîlên Asêmayî Îro li Reqa Hatine Azad Kirin


Ajansa AP ragihand ku jimareke sîvîl, ku di nav wan de jin û zarok jî hene, ji taxên mayîn yên bajarê Reqa revîn û xwe gîhandin deverên bin kontrola HSD’ê.

Vîdyoyeke nû ku îro ji hêla Ajansa Mezopotamya ya Kurdî hate weşandin, nîşan dide ku rûniştvanên tarûmar yên bajêr ji taxên wêranbûyî digehijin deverên ewle.

Di dîmenan de xwane dibe ku hinek ji sîvîlan jiber westandinê, dikevin erdê û hinekên din yên birîndar jî têne derman kirin.

HSD’ê û koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka, di rojên dawî de şer hêdî kiribû ku sîvîlên asêmayî bikaribin ji bajêr derkevin.

XS
SM
MD
LG