Piştî şerên giran yên çend rojên dawî de, şervanên HSD’ê taxa Mehdî û El-Refqa yên li rojhilata Reqa rizgar kirin û 17 çekdarên DAIŞ’ê kuştin.
Şervanên HSD’ê, piştî rizgarkirina her du taxan, niha derbazî taxên Reşîd û Mansûre bûn û 2 maşîneyên bombebarkirî û motosikletekê rûxandin.
Navenda ragihandinê ya HSD’ê da zanîn ku di encama şerê giran de, 3 şervanên HSD’ê li Bajarê Kevin jîyana xwe ji dest dan, 3 şervanên din jî birîndar bûn.