Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê HSD'ê Silo: Piştî Trump Alîkarîyên jibo Me Pirtir Bûn


Ajansa Reuters radigihîne ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, cara yekê ye ku wesayîtên zîrxîn dane Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD).

Berdevkê HSDê Telal Silo îro Sêşemê ji ajansê re got ku piştî Donald Trump dest bi seroktî kir, piştgirîya Amerîkî ya ji wan re pirtir bû.

Silo da zanîn ku wesatîyên zîrxîn û otomobîlên mirovhilgir berî çar, pênc rojan giheştin destê wan.

“Tevî ku hejmara wan hindik be jî, îsbat e ku piştgierîyeke nû ji me re heye. Berê alîkarîyên vî rengî ji me re nedihatin, çekên sivik û cebilxane ji me re dihatin,” Silo got.

XS
SM
MD
LG