Lînkên eksesibilîtî

HSD: Reqa Wê Bibe Beşeke ji Sûrîyeke Federal û Nenavendî


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro ragihand ku bajarê Reqa û herêmên derdorê wê bibin beşeke sîstema federal ya Sûrîyê.

HSD’ê ku îro rizgarkirina Reqa di preskonferansekê de, bi fermî ragihand, rêvebirîya bajêr jî radestî sîvîlan kir.

“Em soza parastina tixubên Reqa ji hemî gefan didin. Em piştrast dikin ku Reqa wê di nav çarçoveya Sûrîyeke federal, demokratîk û ne-navendî de, ji alîyê rûniştvanên wê were rêvebirin û ewê jîyana xwe bi xwe rêve bibin,” berdevkê HSD’ê Telal Silo got.

Karbidestên bi pêşengîya Kurdan li hîn herêmên Sûrîyê planên damezrandina sîstema federal pêşve dibin û jibo wê jî qonaxa yekê ya hilbijartinên sê-qonaxî li dar xistin

XS
SM
MD
LG