Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Sededîn Mela: Kurd li Civîna Qeterê Beşdar Dibin


Komelên opozisyona Sûrîyê li Doha ya paytexta Qeterê kom dibin di bizavekê de jibo ragihandina planeke yekgirtî li dijî Serokê Sûrî Beşar El Esed.

Dr. Sededîn Mela, endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê, dibêje ku Kurd li civînên Doha beşdar dibin.

Birêz Sededîn dibêje ku şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li civîna roja 8’ê mehê ya komelên opozisyonê beşdar dibe û şandeke biçûktir wek çavdêr li civîna Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê beşdar dibe.

Dr. Sededîn herwiha dibêje ku “yekîtîya opozisyona Sûrîyê di bin sîwana Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê de zehmet e pêk bê.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG