Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên El Sedr Encamên Hilbijartinên Îraqê Pîroz Dikin


alîgirên Muqteda El Sedr li Bexdayê encamên pêşîn yên hilbijartinên Îraqê pîrozdikin

Bi sedan alîgirên rêberê Şî’e Muqteda El Sedr şeva Duşemê li Bexdayê encamên pêşîn yên hilbijartinên parlemantoya Îraqê pîroz kirin, ku El Sedr di pêş de xuya dike.

Encamên pêşîn nîşan didin ku hevalbendîya Muqteda El Sedr piranîya kursîyên parlementoyê bi dest dixe, li gelemperî ya 18 eyaletên Îraqê, paytext Bexda jî di nav de, di pêş de ye.

Girseyan li dora Meydana Tehrîr ya Bexdadê, ku navenda herî mezin ya xwepêşandanan e, bi dîlan û hildana alên Îraqê û posterên El Sadr pîrozbahî kirin.

Digel jimartina ji % 94 sindoqên dengdanê, xuya nake ku ti yek ji blokên siyasî ya di parlamentoyê de piraniyê bi dest bixe û di encamê de serokwezîr destnîşan bike.

Rêjeya beşdarbûna dengdêran ji % 41 bû, ku di serdema piştî Sedam Huseyîn de asta herî kêm e ku bêbaweriya berfireh ya li hember serokên welêt û dengdana ji bo parlamentoyek nû, nîşan dide.

XS
SM
MD
LG