Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Giştî yê NE: Pêgirtinek Exlaqî ye Xwînrêtin li Sûrîyê bi Dawî Bê


Sekreterê Giştî yê NE: Pêgirtinek Exlaqî ye Xwînrêtin li Sûrîyê bi Dawî Bê
Sekreterê Giştî yê NE: Pêgirtinek Exlaqî ye Xwînrêtin li Sûrîyê bi Dawî Bê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yêkgirtî Ban Ki moon dibêje ku civaka navneteweyî pêgirtinek exlaqî heye ku nehêlin êdî xwîn li Sûrîyî bê rijtin. Wî ev têbîniye dan rojekê piştî ku bernivîsa briyareka Ewropî li dijî rêjîma Serokê Sûrî Beşar El Esed li Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî hatî veto kirin.

Peyvdarekî roja Çarşembî got ku bi dîtina rêzdar Ban ew serkutkirina xwepêşanderên opozisyonê cihê qebulê nîne û mixabinya xwe diyar dike ku Civata Tenahîyê negehiştî ye rêkeftinekê li ser çewa bi dawî bîne.

Rûsya û Çîn li Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî bernivîsa biryareka li dijî rejîma Serokê Sûrî Beşar El Esed veto kirin.

Li gor bernivîsa wê biryarê, civata navneteweyî wê cezayên nû li dijî rejîma Sûrî ragihandiba, eger Esed berdewam be li serkutkirina xwepêşanderên opozisyonê.

Li heman dem, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyib Erdogan roja Çarşembî di gotarekê de li Başûra Afrika got hikûmeta wî dê cezayan dane ser Sûrîyê, li ser hindê re ku bernivîsa biryarê li Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî hat veto kirin.

XS
SM
MD
LG