Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon Serdana Somalê Dike


Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon Serdana Somalê Dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon dibêje, NY wê ofîsa xwe ya li Somalê, meha tê veguhezîne paytaxt Mogadishu.

Serdana birêz Ban cara yekê ye ji sala 1983'an vir ve ye ku sekreterekî giştî yê NY serdana Somalê dike.

Birêz Ban got, ew serbilind e ku li Somalê ye û dilxweş e ku piştgirîya xwe jibo gel nîşan bide.

Rêzdar Ban piştî civîna bi rêberên Somalî li re got, NY ofîsa xwe ya li Kenyayê, li meha were têne tîne Mogadishu. Di civînê de Serokê Somalê Şêx Şerîf Şêx Ahmed jî amade bû.

Serdana Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon wekî nîşaneya pêşveçûna li Somalê tê qebûl kirin, li vê demê ku herêmên ku din kontrola gruba El Şabab ya mîlîtan kêmtir dibin.

XS
SM
MD
LG