Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Selah Osê li Bajarê Qamişlo Koça Dawî Kir


Di îro Pêncşemê 7ê Hezîrana 2018'an de, li bajarê Qamişlo hunermendê Kurd Selah Osê koça dawî kir.

Hunerend Osê di sala 1955'an de li gundê Til Şiîrê yê bi ser Tirbespiyê ve ye ji dayik bibû û ji sala 1979'an ve wî dest bi hunerê kir.

Di gelek kom û çalakiyên kurdan de beşdar bû û bi ked û behreya xwe karîbû şêweyek taybet bi deng û awazên xwe durist bike.

Albûmên wî ev in:
1979 - Cd 1 min tomarkir bi navê (Biska li ser çavan hilê).
1983 - Cd 2 min tomarkir bi navê (Silavên te gihana min).
1986 - Cd 3 bi navê (Ez xom xoma ava çema).
1991 - Cd 4 bi navê (Biçim kurdistan).
1995 - Cd 5 bi navê (Gava bimrim yar).
1996 - Cd 6 bi navê (Xeyda ji min xeyêdîye).
2002 - Cd 7 bi navê (Ey dil dilo).

Di derbarî xemgîniya koça dawî ya hunermend Selah Osê, Dengê Amerîka hevpyevînek bi hunermend Selah Resûl re kir, ku ji destpêka xebatên wan yên hunerî li Qamişlo ew bi hev re bûn, û yê nivşekî ne.

Hunermend Selah Resûl li ser wî dibêje: "Selah Osê bi strnaên xwe yên taybet karîbû cihê xwe di nav miletê Kurd de bigre û bi taybetî sitrana wî (Silavên te gîhane min), ku pirr jê hatibû hezkirin."

(hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka bi hunermend Selah Osê re di sala 2016'an de) lînka xwarê veke

https://www.dengeamerika.com/a/3528834.html

please wait

No media source currently available

0:00 0:10:14 0:00

XS
SM
MD
LG