Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selam Nûh: Huner Ez Derbasî Civata Ewrupî Kirim û Çîroka Min Da Nasîn


Selam Nuh

Hunermend bi alav û behreya xwe dikare zû bi zû derbasî nav civatê bibe û çîroka xwe jî bîne ziman, ji ber pêwîstiya hunerê bi ziman tuneye.

Wisa hunermend Selam Nûh karîbû bi rêka hunerê çîroka xwe, xem û azarên xwe bi civata biyanî re par veke.

Ev xortê 34 salî ku li devera Şêxan hatiye dunyayê ji malbata Êzîdî, derbasî xwendina zimanê Erebî bibû li zanîngeha Duhokê, lê belê ji ber rewşa ne aram wî xendina xwe berda û ne qedand.

Piştî êrîşên teror û hovana ji aliyê DAIŞ li ser Şengalê û kurdên Êzîdî, êdî jimarek mezin wan ji mal û milkên xwe derketin û bûn koçber.

Malbata Selam jî yek ji wan malbata bû ku berê xwe dan Ewrupa û di sala 2016an li Ferensa bi cih bûne.

Selam li kampa penaberan lu Yonanistanê dest bi şêwekariyê kir.

Wisa got: "Li kampê ez hînî şêwekariyê bûm û min bala herkesekî kişand ku ez baş zanim reng û xêzan çêbikim û ji wir de min çîroka xwe bi wênesaziyê got."

Selam dixwaze ku ciwaniyê bi xelkên dora xwe re parve bike, ji ber baweriya wî ku jiyan xweş e û ciwanî dilê mirovan geş dike û mirovan nêzîkî hev dike.

Ta nuha ew beşdarî gelek pêşangehan bûye li hin welatên Ewrupî û Amerîka jî.

Ew bi hêvî ye ku karibe çîroka xemgîn ya Kurdên Êzîdî bi cîhanê re parve ke, û ya din jî huner bibe pireke aştiyê û hezkirinê di nav mirovan de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:31:04 0:00


XS
SM
MD
LG