Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewekar Selam Ehmed: Xebata Hunermendên Kurd Mîna Xebata Partîyan E


Huner ne tenê bi teknîk û zîrekbûna dest û çavê hunermend ve girêdayî ye, lê belê ew kurtir û dûrtir ji wê diçe, ku derbasî nav bîrok, hest û sawirên mirov dibe, û dahînanek balkêş di afirîne, wisa Pîkaso gotibû: "Ez mîna xurstê wêneyan çêdikin ,ez ji ber wê nagirim."

Selam Ehmed, şêwekarekî kurd ku bi salan ji jiyana xwe di nav reng û xêzan de derbas kirye.

Di sala 1970 li gundekî ji gundê Efrînê ji dayik bûye.

Ji ber rewşa jiyanê , malbata wî bar kirin bajarê Tebqa ya bi ser Reqa ve ye, wî zariktiya xwe dûrî Efrînê derbas kir.

Selam nikarî bû xewndina hunerê bi dest xîne, ji ber wê wî xendina Felsefe qedand, lê belê herdem mijûlî hunerê bû û karîbû pêwendiyên xwe bi huner û hunermendên Helebê û derûberê wê ava bike.

Di sala 2001 li galîriya Ebla li Helebê, pêşangeha xwe ya yekem vekir.

Selam beşdarî gellek pêşangeh û çalakiyan bû li Sûriyê û dervê wê jî.

Şêwaza wî li ser derbirîniya deronî ava dibe, ji ber wê gellek caran di kevalên wî de tirs li ser dêm û çavên mirovên wî diyar dibin.

Nuha li Siwîsra dijî tevî zarokên xwe, ji ber şerê Sûriyê ew ji welat derket û bû penaber ,lê rewşa wî wekû penaber ne baş e, ji ber hîna jî mafê xwe yê penaberiyê wernegirtiye. Ew bi hêviye ku karibe di rêka hunera xwe de êş û derdên xwe û yên welatê xwe bighîne xelkê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:37 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG