Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan bi Zêdebûna Pêketinên Korona li Herêmên Bakur Qedexeya Derketinê Radigihîne


Mirovên bi rûberk li bendera Pîre ya nêzî Atîbna

Hikûmeta Yunanistanê îro Duşemê ragihand ku jiber belavbûna vîrusa korona li bajarê Selanîk û Serres ya li bakurê welêt du hefte qedexeya derketinê pêk were.

Berdevikê hikûmetê Stelios Petsas got ku biryar wê roja Sêşemê têkeve jîyanê û li gor wê hemî firînên ji Selanîkê jî hatin sekinandin, bar û restoran dê werin daxistin.

Tevî ku Yunanistanê ji tevahîya Ewrupa hindiktir pêktinên korona ragihandibûn, ji meha Cotmehê vir ve bilindbûneke berbiçav di bûyerên tûşbuna korona tê dîtin.

Yunanistanê roja Yekşemê 1,678 pêketinên nû yên korona ragihandibûn û dabû zanîn ku hejmara giştî ya pêketinan ya Şubatê vir ve bûye 40,929.

Yunanistanê herwiha dîyar kiribû ku heta niha 635 mirinên girêdayî korona çêbûne.

XS
SM
MD
LG