Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Selçuk Mizrakli Heta 15 Salan Cezaya Girtîgehê Tê Xwestin


Selçuk Mizrakli

Îdianameya dijî Bajarvanê Berê yê Amedê Selçuk Mizraklıji alîyê Dadgeha Cezaya Giran ya 11’an ya Amedê hat pejirandin.

Mızraklı di 19’ê Tebaxê de ji kar hatibû dûr xistin û di 22’ê Cotmehê de hatibû girtin.

Di îdianameya de Mizrakli bi ‘’endambûna bo rêxistinê’’ tê tawanbar kirin û bo wî ji 7-5 salan hetan 15 salan cezaya girtîgehê tê xwestin.

Dadgeha Cezaya Giran ya 11’an ya Amedê xwest ku îdianameya nû tevlî dozeke di sala 2017’an de hatiye vekirin, bibe.

Ger ew daxwaz were pejirandin, Mizrakli dê di 25’ê Berfanbarê de derkeve pêşberî dadgehê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG