Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirk Pênc Meh Cezayê Zindanê li Demîrtaş Dibire


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku çend meh in li girtigehê ye, ji alîyê Dadgeha Tawanan ya Bazîdê ve hate ceza kirin.

Demîrtaş bi sedema ku "netewa Tirk, dewleta komara Tirkîyê û sazîyên dewletê biçûk xistine” bi pênc meh zindanê hate ceza kirin.

Derheqa Demîrtaş jimareke dozen din berdewam dikin û ew bi îdayên terorê tê tawanbar kirin. Hevseroka din ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî îro parlementarîya xwe hinda kiribû, piştî ku dadgeheke Tirk ew ceza kiribû.

Bilî Demîrtaş û Yuksekdag, 10 parlementerên HDP’ê, bi îdayê terorîzmê vê gavê li zindanê ne.

XS
SM
MD
LG