Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerên Tirk bi Dehan Salan Cezayê Zindanê bo Hevserokên HDP Dixwazin


Dozgerên Tirk heta 142 sal cezayê zindanê ji hevserokên Partîya Gel ya Demokratîk (HDP) re dixwazin, bi îdiaya ku ew rêvebirtîya rêxistina terorîstî dikin.

Dozger jibo Selahattîn Demîrtaş heta 142 sal û bona Fîgen Yuksekdag jî heta 83 sal cezayê zindanê daxwaz dikin û her du sîyasetvan herwiha bi piştgirîya tundîyê û propogandayê rêxistina terorê tên sûcdar kirin.

Karbidestên Tirk dibêjin ku HDP, ku partîya herî mezin ya sisêyan e, hevkara PKK ye ku ji alîyê Tirkîyê ve wek rêxistineke terorîst tê dîtin. HDP îdiayên vî rengî bi tundî red dike û daxwaza vegera prosesa aştî ya navbera dewleta Tirk û PKKê dike.

Karbidestên Tirk wek pişkeke lêpirsîna terorîzmê, di meha Mijdarê de hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag girtibûn û ew yek bûbû nerazîbûna tund ya civata navnetewî.

Rêxistinên mafên mirovan hikûmeta Tirkîyê rexne dikin ku hevrikên sîyasî yên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bêdeng dike û wan digire.

Hêjayî balkişandinê ye ku di mehên dawî de, bi dehan bajarvan jî nav de, bi hezaran sîyasetvanên Kurd hatine girtin.

XS
SM
MD
LG