Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Piştî 20 Mehan Cara Yekê ji Zindanê Peyîvî


"Ez bi hêvî û bawer im ku bi rûyek sipî ezê ji vir derkevim. Bes bila dadgeh ne li gorî bendewarîyên desthilatîyê, li gor hiqûq û edaletê tev bigerin.

Dijayetî û neyartî giheştiye asta ku me dixe nav metirsyan, rewş giheştîye wê astê ku êdî ne ciran bi ciran, bira bi bira dikare bawerî bîne.

Helbet di rejîmên demokratîk de hilbjartin qonaxeke girîng e. Bi dengê we emê qanûnên xwe çêkin û rêvebiran hilbjêrin.

Biryara we ne tenê îro lê dê li ser siberoja we û zarokê we jî bandora xwe çêke. 24’ê Heziranê de, dengê we dê rê bide pêş welatê me.

Ev ne texmînên min in, ez li encamên fêlên wan yên çend salên dawî dinêrim û van tiştan dibêjim. Ev tiştên ku em dijîn hîn fragmana filmê desthilata mirovekî ye. Fîlm hê jî destpê nekiriye. Lê hunê bi dengê xwe biryarê bidin ka hun dixwazin jîyana we bibe wek filmekî tirsnak yan ne.

Ewqas mirov nabê ku ji mirovekî bitirse. Em li sibêroja xwe û zarokên xwe xwedî derdikevin.

Bila gotina Seyît Riza jibîr nekin:

"Min bi hîle û derewên we nekarî û ew ji min re bû derd, lê min jî serî li ber we dananî, bila ew jî ji we re bibe derd." Bi îzna xwedê ezê serî bi derewê we jî bikim.

Cejna we ya Remezanê pîroz dikim û hêvî dikim rojên pêş ji we hemîyan re xweşî, şadî û bextewarî bîne."

Demîrtaş Pişt 20 Mehan ji Zindanê Derket Pêş Hilbijêran
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00

XS
SM
MD
LG