Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş ji Girtîgehê Daxuyanî Da û Operasyonên Hember HDPê Şermezar Kir


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê bi nameyekê desteserkirin û girtinên endamên partîya xwe şermezar kir. Demîrtaş di nameyê de got ku girtina hevalên wan ne hiqûqî ne û divê ew werin berdan.'

Piştî rêxistina Teyrêbazên Azadîya Kurdistan (TAK) berpirsîya cotpeqînên li Stenbolê girt ser xwe, li seranserê Tirkîyê operasyona girtina endamên HDPê destpê kiribû.

Wezareta Karên Hindur ya Tirkîyê ragihand ku li 28 bajaran 568 kes hatine desteser kirin û di nav wan de serok û rêvebirên HDPê jî hene.

Li ser van girtin û desteserkirinan Demîrtaş got ku ewê ti carî nehêlin desthilata Tirkîyê berpirsîyê biavêje ser HDPê.

''Desthilata sîyasî me dike armanc, me desteteser dike, digire û dibêje 'Me failên wan êrîşan girtin' Eger desthilat vê yekê îspat bike, em jî amade ne ku demûdest îstîfa bikin.''

Demîrtaş da zanîn ku ew ji bo şermezarkirin û vekolana peqînan her amade ne. ''Berpirsa sîyasî yê êrîşan bombeyî AKP bi xwe ye û divê hesêb bidin vî gelî. Divê li parlamenê jî li her derê jî hesêb bidin,'' hevserokê girtî bi berdewamî got.

Ji alîyê din ve, li bajarên Kurdan pêla girtina endamên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) jî didome.

Ofîsa Ragihandinê ya DBPê îro Pêncşemê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ji 8’ê meha donzdeh vir ve 904 endamên DBP’ê hatine desteserkirin û ji van 242 kes hatine girtin. Bi van girtinên vê dawîyê, hejmara girtîyên DBPyî 3 hezar derbas kir.

XS
SM
MD
LG