Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Trump Û Pirsa Kurdî di Semînerekê de


Îdara Nû ya Amerîka di Seminerekê de li Bajarê Duhok

Li bajarê Duhok dema roja merasîmên sûndxwarina yasayî ya Donald Trump weke serokê 45an yê Amerîka pêkhatî, Dr. Şemal mamostayê Zanîngeha Hewlêr li bajarê Duhok semînarek bi navê "Îdara Nû ya Amerîka û Pirsa KurdîÎ, encam da".

Semîner li navenda Kulturî ya hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê hat sazkirin, babetên semînerê ne bes tenê pirsa Kurdî bû, sê tewerên sereke yên semînerê hebûn: Îdar nû ya Amerîka û pirsa Kurdî, Siyaseta derve ya Amerîka, Têkiliyên bi Îran, Rûsiya û Rojhilata navîn re.

Ev mijar di navbera Dr. Şemal û kesên di semînerê de amade hatin gotûbêj kirin û danûstendinên gerim pêkhatin, di semînerê de gelek raman û baweriyên cûda derbarê Îdara nû ya Amerîka hatin gotûbêjkirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00

XS
SM
MD
LG